Li qadên berxwedanê, gerîla derbên xwe yên li dijî arteşa dewleta tirk a dagirker û qirker didomîne.
Di çalakiyên hêzên gerîla de herî kêm 5 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.
Ji bo şikandina berxwedana gerîla, hêzên dagirker jî bi hemû dijwariya xwe êriş dike.
Dewleta tirk a qirker, 11 caran bi çekên qedexe, 73 caran jî bi balafirên şer qaqdên gerîla bombebaran kir.
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Rojavayê Zap, Xakurkê û Metînayê li dijî dagirkeran çalakiyên xurt lidarxistin.
Di lêdana bibandor a gerîla de 5 dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên di nava 2 rojên derbasbûyî de eşkere kir.
HPG: Herî kêm 5 leşkerên dagirker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn
Di berfirahiya daxuyaniyê de hat gotin:
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 27’ê Cotmehê bi rêbaza sekvaniyê 2 dagirker hatin cezakirin
Li Herêma Xakurkê jî 27 û 28’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Lolanê 6 caran bi rêbazên cuda dest li dagirkeran hat werdan, ku hewl didan xwe nêzî tunelên şer yên gerîla bikin.
Di encama destwerdana hêzên gerîla de, 2 dagirker hatin cezakirin, 2 jî birîndar bûn.
Her wiha yekineyên gerîla ên li Herêma Metînayê jî 27’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Dergelê çalakî lidarxistin,
Li wir jî di çalakiya bi çekên ferdî hat pêkanîn de dagirkerek hat cezakirin
Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Şêlazê jî bi çekên nîv-otomatîk dest li helîkopteran hate werdan û derb li helîkopterekê hate xistin.
Dewleta Tirk a dagirker hîn jî teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî li qadên gerîla bi kar tîne.
Arteşa Tirk a qirker bi hemû dijwariya xwe êrişî gerîla dike
Di dewamê de HPG’ê têkildarî êriş û sûcên şer agahî da û got:
Dewleta Tirk a dagirker hîn jî teqemeniyên qedexekirî û çekên kîmyewî li qadên gerîla bi kar tîne.
Û ji esîman ve jî bi dehan caran bombebaran dike.
Arteşa Tirk 11 caran bi çekên qedexe, 73 caran jî bi balafirên şer êriş kir
Di vê çarçoveyê de hat gotin:
“27 û 28’ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê û Xakurkê tunelên me yên şer bi giştî 11 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Heman dîrokê Herêma Qendîl, Xakurkê, Garê Metînayê û Zapê jî bi giştî 73 caran bi balafirên şer û helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”



