Careke din nuqteyeke leşkerî ya rejîma Baas ya berê ya li gundewarê bajarê Qamişloyê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bombebarankirin.
Ji gundewarê başûrê bajarê Qamişloyê dengên teqînan hatin bihîstin.
Nûçegihana me ji bajêr ku agahiyên xwe dispêre hêzên ewlekarî diyar kir ku ew deng ji ber êrişa hewayî ya li dijî nuqteya leşkerî ya rejîma baas ya berê ya bi navê Foca Terteb a li başûrê bajêr bû.
Beriya 2 rojan jî gelek nuqteyên leşkerî yên rejîmabaas ya berê li heman gundewarî hatibûn bombebarankirin.
Der barê van êrişan de Îsraîlê îdia kiribû ku wê ew nuqte bomberan kirin û ji aliyekî din ve jî Tikiriyeyê îdia kir ku wê ew nuqte bombebaran kirin.



