Di nava rojê de 2 şande ji Lîbya û Behrênê serdana Şamê kirin û bi rayedarên hikumeta demkî re civiyan.
Aliyan li ser siberoja Sûriyê û xurtkirina têkiliyan nîqaşkirin.
Şandeyek Lîbya bi serkêşiya Wezîrê peywendiyê û karûbarê siyasî Welîd El-Lafî bi rayedarên hikumeta demkî re civiya.
Çapemeniya Lîbî ragihand ku şande bi serokê rêveberiya nû Ehemed El-Şeri agno El-Colanî, wezîrê karê derver Ese’id El-Şîbanî û serokê Istixbartê yên rêveberiya nû a li Sûriyê civiyan.
Li gorî wê, aliyan li ser zêdekirina karê hevbeş û xurtkirina têkiliyan li hev kirine.
Şandeyek Behrên serdana Şamê kir
Vê sibê jî şandeyek Bahrên gihaşt Şamê.
Serokê destgeha Ewlehiya Isratejîk a Bahrên Ehmed bin Ebid El-Ezîz Al-Xelîfe bi serokê HTŞ’ê Ehmed El-Şeri ango Ebû Mihemed El-Colanî re civiya.
Di civînê de, aliyan li ser pêvajoya siyasî û xurtkirina têkiliyên dinavbera her du wetatan de li hev kirin.



