Xelkê kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehba sersaxî da malbatên şehîdên HREˋyê û diyar kir ku ew li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser soza xwe ya şopandina berxwedanê û rêça şehîdan in.
Xelkê kantona Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehba, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Tebqa, desteyên girêdayî wê, Hêzên Parastina Civakî, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê sersaxî ji malbatên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) xwest.
Navên şehîdan wiha ne; Mihemed Îsmaîl, Elî Hemo, Mihemed Bekir, Mûsa Korşî, Ebdurehman Cuma.
Ew şervan di 2ˋyê Kanûnê de di bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrîn û Şehbayê de şehîd bûbûn.
Konê sersaxiyê li goristana şehîdan a bajarê Tebqayê hat vedan.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehba Bedîa Hemo wesîqeyên her 5 şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.
Dûre li ser navê HREˋyê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Saziya Oldaran, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Meclisa Malbatên Şehîdan li kantona Tebqayê axaftin hatin kirin. Axêveran diyar kir ku wan biryar daye ku heta tevahî xakên dagirkirî rizgar bikin wê berxwedana xwe bidomînin.
Malbatên şehîdan jî got ew dagirkeriyê red dikin û qebûl nakin û parastina destkeftiyên bi saya fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, dikin û dê tola wan hilînin.
Di dawiya merasîmê de diruşmên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.



