Piştî mirina Papa Francis, îro bi dehan lîderên cîhanê û bi hezaran kes ji bo merasîma cenazeyê wî kom bûn.
Merasîma cenazê Papa Francis li qada Ezîzz Petrûs hat lidarxistin.
Li gorî Vatîkanê, di 3 rojên ku Papa di rêwîtiya xwe ya dawî de hat şandin, zêdetirî 250 hezar kes hatin ku rêzgirtina xwe nîşanî Papa bikin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, Serokê berê yê Amerîkayê Joe Biden, Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenski, Prens William, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Qralê Spanyayê Felipe ya 6’emîn û Qral Letizia û Serokê Brezîlyayê Lula da Silva jî, beşdarî merasîmê bûn.
Merasîma Papa li qada Ezîz Petrûs hat lidarxistin
Her wekî Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer, Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier, Seroka Komîsyona Ewropayê Ursula von der Leyen û Serokê Fîlîpînê Ferdinand Marcos jî beşdarî merasîmê bûn.



