Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk duh li Amedê damezirandina xwe ragihand.
Îro danezana însiyatîfê bi daxuyaniyekê hate eşkere kirin.
Hate diyarkirin armanca înîsiyatîfê ew e ku yekitiya gel, bawerî û çandên cuda yên li Kurdistanê pêk bîne.
Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk duh li Amedê beşdariya partiyên siyasî yên Kurdistanî, rêxistinên civaka sivîl, nûnerên saziyan damezrandina xwe ragihand.
Îro jî li Navenda Kongreya Çandê ya Amedê bi daxuyaniyekê danezana înîsiyatîfê hat eşerekirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari, hevşaredar, parlamenter û gelek kes tev li bûn.
Di daxuyaniyê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Rêber Apo weke gaveke dîrokî hate pênasekirin û piştgiriya bangê hate kirin.
Her wiha hate diyar kirin Konferansa Yekitî û Yek Helwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê ku hate lidarxistin, wekî gaveke dîrokî û serkeftineke mezin e û hate gotin;
“Konferansa li rojavayê Kurdistanê, pêk hat wê ji bo xebatên yekitiya neteweyî li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê jî pêşengiyê bike.
Her wiha komkujiyên li dijî Elewî û Durziyan jî hate şermezarkirin.
Di dawiyê de bang li hemû beşên civakê û saziyan hate kirin ku piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk.



