Çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê diyarkirin ku Kongreya 12’emîn a PKK’ê nûbûnek bû û gotin:
“Pêngavên PKK’ê, Tirkiyeyê xistiye bin berpirsiyariyeke mezin”
Çalakvanan diyar kirin ku wê di demek nêz de were dîtin ka gelo Tirkiye bi rastî aştiyê dixwaze an jî dixapîne.
Rêberê Apo 27’ê Sibatê Banga Dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji raya giştî re parve kir.
Vê yekê bandorek giring di pey xwe de anî.
Her wiha di 5 û 7’ê Gulanê de PKK’ê 12. Kongreya xwe lidarxist û ragihand ku tevahî xebatên dibin navê PKK’ê de didin rawestandin.
Çalakvanên Silêmaniyê: PKK’ê berpirsyartiya Tirkiyê ya aştiyê giran kir
Di derbarê mijarê de Çalakvan û rojnamevanên Silêmaniyê ji Rojnews’ê re axivîn.
Aktîstê Tevgera Goran Karzan Gerdî anî ziman ku tevî ku PKK biryar da ku çekên xwe bêdeng bike, ne ku çiyayan biterikîne.
Têkildarî erkê dewleta Tirk ji bo pêşvebirina mijara çareseriyê Karzan Gerdî piştrast kir ku divê parlemento û dewleta Tirkiye gavên pratîkî bavêjin da ku pêvajoya aştiyê serbikeve.
Niha pêngavên PKK’ê, Tirkiyeyê xistiye bin berpirsiyariyeke mezin.
Karzan Gerdî helwesta Tevgera Goran ya beramberî pêvajoyê tekez kir û wiha dawî li axaftina xwe anî:
Çalakvanên Silêmaniyê: Divê ny piştgiriyê bide pêvajoya aştiyê
“Em wekî Tevgera Goran her tim aştiyê dibijêrin. Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê, her wiha welatên cîran û NY divê rola xwe di piştgirîkirin û serkeftina pêvajoya aştiyê de bilîzin.”
Her wiha rojnamevan Siwar Mehmûd têkildarî heman mijarê wiha nêrînên xwe anî ziman:
“Kongreya 12. a PKK’ê nûbûnek li gorî daxwaza demê bû ku ev dem dema têkoşîna sivîle.
niha jî (PKK) dest bi xebatekê kiriye.
Pêvajoya aştiyê niha serkeftî ye. J
ber guhertinên di demeke kurt de li Rojhilata Navîn çêbûyîn, rewşa Tirkiye di nav de nikare vê pêvajoyê dereng bixe.”
Siwar Mehmûd balkişand ser gotina Dewlet Bahçelî ya ‘Aştî ne çûkek yek baskiye’ û wiha pê de çû:
“Ev gotina Bahçelî tê wê wateyê ku ‘PKK’ê gavên ji bo aştiyê avêtine û divê em jî gavan bavêjin’. Azadiya fizîkî ya Birêz Ocalan û girtiyên siyasî wê pêvajoyê pêş bixe.”



