Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê duh êrişên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li Dêrazorê têk birin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê êrişa şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî xaleke hêzên wan daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandinê di daxuyaniyê de wiha got:
“Şaneke ji çeteyên DAIŞ`ê şeva Şemiyê bi bombeyeke destan êrişî xaleke Hêzên Ewlekariyê ya li gundê El Sebha ya li Dêrazorê kirin.
Piştre ku vekişiyan gule berdan xaleke parastinê ya stastoyna avdaniyê.
“Dewriyek me dema ji bo piştgriyê derketi rastî êrişê hat”
Li hember vê êrişê hêzên me li ber xwe dan û bersiva êrişê jî dan.”
Her wiha navendê ragihand ku dema dewriyek wan ji navenda bajarê El Bisêra ji bo piştgriyê derketi rastî êrişê hat.
Di dawiyê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku wan êriş têk birine û ti ziyan li hêzên wan nebûye.



