Di çarçoveya lihevkirina li Stenbolê de Rûsyayê hezar û 212 cenazeyên leşkerên Ûkrayanî birin cihê bi hev guhertinê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand di çarçoveya lihevkirinê de wan beşa yekemîn ya cenazeyan birine herêma bihevguhertinê.
Wezaretê eşkere kir ku ew li benda Ûkraynayê ne ku vê yekê bi fermî piştrast bike bike û dibêje,
Rûsya, amade ye di çarçoveya lihevkirina li Stenbolê ya li gel Ûkraynayê ya bi hev guhertina dîlgirtî û cenazeyan pêk bîne û di vê çarçoveyê de 6 hezar cenazeyan radest bike.
Wezaret diyar dike, radestkirina cenazeyan gaveke mirovî ye û armanceke wê ya siyasî tune ye.
Her wiha ragihand ku îşaret hene radestkirina cenazeyan ji bo hefteya pêş were paşxistin û got, “Rûsya li ser kanalên fermî li benda bersivê ye.”
Şêwirmendê Serok Dewletê Rûsyayê Vladimir Medinskiy jî ragihand ku dema wan cenaze birin, Ûkrayanî li cihê bi hev guhertinê nebûn.
Ûkraynayê jî ragihand ku wan derbarê bi hev guhertinê de dîrok diyar nekiriye û Rûsya bi lîstika qirêj tawanbar kir.



