Li Fransayê li dijî 145 jinan êriş çêbû.
Hat ragihandin ku di dema çalakiya Muzîkê de bi derziyê êrişî jinan hatiye kirin.
Li Fransayê di çalakiya cejna Muzîkê ku her sal di 21’ê Hezîranê de tê lidarxistin, êrîş li dijî jinan çêbû.
Hat diyarkirin ku di dema çalakiyê de derzî li bedena 145 jinan hatiye dayîn û serlêdana polîsan kirine.
Jinan diyar kir ku di dema konser û çalakiyan de, di jinan de di stuyê wan de şopên derziyan ferq kirine.
Hat zanîn ku hinek jinan piştî êrîşê, ji ber gêjbûna serî, verişiyan û ji ber ji ser hişê xwe çûne rakirine nexweşxaneyan.
Hîna nayê zanîn ku madeyên di derziyan de çi ne, pisporan hişyarî dan ku dibe di nava derziyan de madeyên kîmyewî hebin.
Hat zanîn ku têkildarî bûyerê 12 kes hatine binçavkirin.



