Zelenskî hişyarî da ku Putin dikare di nav pênc salan de êrîşî endamekî NATO’yê bike da ku tifaqê biceribîne.
Zelenskî di hevpeyvînekê de bi televîzyona Sky News a Brîtanî re li ser Şerê Rûsya-Ukraynayê û armancên parastinê yên nû yên hevalbendên NATO’yê axivî.
Zelenskî nirxand ku planên endamên NATO’yê ji bo zêdekirina lêçûnên parastinê heta sala 2035’an bo ji sedî 5 ê hilberîna navxweyî ya giştî “pir hêdî” bûn, got:
“Em bawer dikin ku ji sala 2030’an û pê ve, Putin dê bikaribe xwedî qebiliyetên pir mezintir be.
Îro, Ukrayna wî asteng dike, wextê wî tune ku artêşê perwerde bike.”
Zelenskî hişyarî da ku Putin dikare di nav pênc salan de êrîşî endamekî NATO’yê bike da ku tifaqê biceribîne.
Zelenskî bal kişand ser têkiliya Trump bi Putin re, wan wekî “hevkarên demkurt” bi nav kir.



