Li gorî agahiyan, dewleta Tirk qedexeya li ser geştên asîmanî yên li ser balafirxaneya navneteweyî ya Silêmaniyê, 3 mehên din jî dirêjkiriye.
Yanî qedexe heya 6’ê Cotmeha 2025’an hatiye dirêjkirin.
Herî dawî dewleta Tirk biryara qedexeyê heya 22’ê Hezîrana 2024’an dirêj kirbû.
6’ê Çileya îsal jî biryar da ku qedexe heta 6’ê Tîrmeha heman salê dirêj bike.
Îro carek din dewleta Tirk 3 mehên din biryara qedexeya li ser balafirxaneyê dirêj kir.
Cara pêşî Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê 3’ê Nîsana 2023’an geştên hewayî yên welatê xwe ji bo Balafirxaneya Navneteweyî ya Silêmaniyê qedexe kir.



