Îro salvegera şehadeta Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî ye.
Di oxira azadiya Kurdistanê û Êzdîxane de gelek xebat daye meşandin û berdêlên mezin dane.
Di nava civaka Êzidî de xwedî cihekî aybet bû, ji ber wê navê wî kirin Mam Zekî Şengalî.
Rizgarkerê Êzidiyan bû û di wê oxirê de jî şehîd bû.
7 sal di ser şehadeta endamê kordînasyona civaka Êzdşî Mam Zekî Şengalî re derbas dibin.
Yek ji têkoşerên ku navê xwe di nava dîroka çiyayên Kurdistanê û bi taybet Şengalê de nivîsand..
Jê re tê gotin, Rizgarker û parêzvanê Êzidiyn.
28’ê Kanûna 1952’yan de li gundê Şahîsma yê girêdayî bajarê Êlihê yê Bakûrê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Sala 1969’an ji ber zilma dewleta Tirk, bi malbata xwe re koçî Ewropayê dike.
Salên 70’yê di nava civaka Êzidî ya Ewropayê dest bi xebatê dike.
Mam Zekî 36 sal ji temenê xwe diyarî doza Kurdî û civaka Êzdî kir
Di 1989’an de, beşdarî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe.
Sala 1990’î, ji aliyê dewleta Almanya ve tê girtin û demek dirêj di girtîgehê de dimîne.
Piştî ku derdikeve, xebatên xwe berfirehtir dike, bi hemû hêza xwe ji bo civaka Êzidî û azadiya Kurdistanê xebat dimeşîne.
Di vê navberê de kurê wî yê bi navê Qasim Ozden (Sîpan), di têkoşîna azadiya Kurdistanê de şehîd dibe.
Sala 1999’an biryar dide ku vegera welat, bi têkoşîn, xebat û pêwendiyên xwe bandorek mezin çêdike.
Mam Zakî yek ji pêşengên Tevgeriya Azadiya Kurdistanê bû
Di nava Tevgera Azadiyê Kurdistanê de jî rolek girîng dilîze û dibe Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK).
Mam Zekî, di gelek waran de xebatên girîng dimeşîne, kesayetek neteweyî bû û xwedî hestekî şoreşgerî bû.
Dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, berê xwe dide Êzidxanê û pêşengtiya berxwedanê dike.
Ji bo birêxistinkirina Êzidiyan û avakirina Şengaleke xweser bi şev û roj dixebite.
Bi vê yekê re, di nava civaka Êzidî de wekî pêşeng tê qebûlkirin.
Hezkirina ji bo Şengalî digihîje astek wisa ku êdî civaka Êzidî wî wekî perçeyek xwe dibînin û di dilê wan de hêlîn çêdike.
Lewma Êzîdxan êdî wî wekî “Mamê Zekî” pênase dike û bi vî navî di nava civak û herêmê de tê naskirin.
Mam Zekî Şengalî ji bo Êzidiyan weke çirûskek ronahiyê dihate dîtin, ji ber ku ew rizgarkerê Êzidiyan bû û di wê oxirê de jî şehîd bû.
Mam Zekî Şengalî di 15’ê Tebaxa 2018’an gihişt asta şehadetê
Endamê Kordînasyona Civaka Êzidî Zekî Şengalî, di 15’ê Tebaxa 2018’an de tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên komkujiya gundê Koço dibe.
Dema wesayîta Mam Zekî digihîje Geliyê Şilo yê Çiyayê Şengalê, ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk tê bombebaran kirin, û dighûje asta şehadetê.
7 sal di ser şehadeta Mam Zekî Şengalî re derbas bûn
Cenazeyê Mam Zekî, di 19’ê Tebaxa 2018’an de, li goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li Çiyayê Şengalê, bi beşdariya hezaran kesan hat oxirkirin.
Gelê Êzidî piştî şehadeta Mam Zekî, li ser şopa wî îradeya xwe hîn xurt kir.
Li cihê ku Mam Zekî lê hatiye şehîdkirin, Bîrdariyek hatiye avakirin û tê ziyaretkirin.



