Sibe 1. salvegera şehadeta Rojnamevanên jin Gulîstan Tara û Hêro Behaedîn e.
Têkildarî mijarê, rojnamevanên jin Rengîn Mela Semed û Şîrîn Seîd axivîn..
Rojnamevanan diyar kirin ku heta dawiyê şopdarên xebat û têkoşîna wan bin.
Xwişka Şehîd Gulistan Tara, Dîcle Erdem jî diyar kir ku xwişka wê jiyana xwe ji bo têkoşîna azadiyê feda kiriye û got:
“Hemû hevalên wê dê ala ku wê li pey xwe hiştiye bi awayekî baş bilind bikin.”
23’yê Tebaxa 2024’an li navçeya Seyîdsadiq a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve, balafirek bê mirov a dewleta Tirk wesayîtek rojnamevanan bombebaran kir.
Di encama bombebaranê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn şehîd bûn.
Sibe salek bi ser şehadeta herdû jinên rojnamevan re derbas dibe…
Rojnamevanên Kerkûkê têkildarî mijarê ji Rojnews’ê re axivîn.
“Gulîstan û Hêro bûn sembola fedekariyê”
Rojnamevan Rengîn Mela Semed diyar kir ku şehadeta herdu rojnamevanên jin bûye sembola fedakarîyê ji bo aştî, edalet û têkoşîna dijî tepiskirina dengên azad.
Rengîn Mela Semed got:
“Sûcdarên şehîdkirina rojnamevana nehatine cezakirin”
“Sûcdarên şehîdkirina Gulistan Tara û Hêro Behadîn nehatine cezakirin.
Dixwazin bi vê yekê azadiya raman asteng bikin, etîka rojnamegeriyê ji holê rakin û jinan biçewisînin.”
Rojanmevan Rengîn destnîşan kir ku ev kiryarên ne rewa, dibe sedem ku jin hîn bêhtir bi rêya rojnamegeriyê bigihîjin armancên xwe û wiha pêde çû:
“Divê jin xwedî yek helwest û ramanek xurt bin”
“Divê jin bêtir yekgirtî bin û xwedî ramanek xurt, yek helwest û yek gotin bin.”
Her wiha Rojnamevan Şîrîn Seîd anî ziman ku herdu rojnamevanên jin ên şehîd û şoreşger bi pênûsên xwe ramanên azadî û hişmendiya jinan belge kirin û got:
Em rojnamevanên jin dê şopdarê xebat û têkoşîna wan bin.
Emê hewl didin peyam û armancên wan bi rêya xebatên xwe bigihînin civakê.”
Dîcle Erdem: Dê peywirên wê dest ji rastiyan bernedin
Xwişka Şehîd Gulistan Tara,Dîcle Erdem derbarê jiyan û têkoşîna şehîd Gulistan de axivî.
Dîcle Erdemê diyar kir ku Şehîd Gulistan bawer kir û xwe da ber dozekê.
Dîcle Erdemê anî ziman ku Gulistan û hevalên wê ji ber ku rastiyên li deverên şer ji cîhanê re gihandin, bûne hedef û wiha domand:
“Bi taybetî di çapemeniyê de, rojnamevanên jin rastî hedefgirtinê tên.
Ew di eşkerekirina rastiyê de tevkariyeke girîng kirine.
Wan êşa jinên Êzidî yên di komkujiya Şengalê de ragihandin cîhanê.
Wan heta kêliyên dawî ya jiyana xwe dev ji derxistina rastiyê berneda.
Peyrewên Gulistanê dê tu carî dev ji doza xwe, têkoşîna xwe, an jî rastiya ku ew parastine bernedin.
Ez vê yekê dibînim û bawer dikim.
Wan mîrateyek xweşik li pey xwe hişt û hemî hevalên wan dê wê alê bi awayekî herî baş bilind bikin.”
Roza Metîna: Wê pênûsa Gulistan û Hêro li erdê nemîne
Seroka Komeleya Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna jî diyar kir ku têkoşîna Gulîstan Tara û Hêrê Behaedîn têkoşîna hemû rojnamevanên jin ên Kurd e.



