Li bajarê Hesekê pêşbirka Şampiyoniya Boksê hate lidarxistin, di pêşbirkê de 9 boksvan ji Herêmên Bakur û Rojhilatî Sûriyê beşdar bûn.
Pêşbirik ji bo bîranîna pêşengê Şoreşa Rojava şehîd Nûreddîn Sofî bi pêşengiya Meclisa Ciwanên Werzîşê pêk hat.
Di pêşbirkê de 9 boksevan bi giraniya 48 heta 80 KG beşdar bûn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, lehengê Şampiyoniya Boksê yê komarê ji bo sala 2007’an Şiyar Xanem axivî.
Şiyar diyar kir ku werzîş ne tenê ji bo wergirtina xelatan e, lê ew peyamekê dişîne ku werzîş helwest e, sebir, rûmet e.
Piştî axaftinan pêşbirkê dest pê kir û kesên bi ser ketin hatin xelatkirin.
Di dawiya pêşbirkê de komên hunerî berhemên xwe pêşkêş kirin.



