Li herêmê merasîmê oxirkirin û bîranîna şehîdan hat lidarxistin, li bajarê Qamişlo şehîd Hayik Qertmînî bi merasîmeke girseyî hat oxirkirn, li bajarê Dirbêsiyê jî 38 şehîdên ku di meh û cihên cuda de şehîd bûbûn, hatin bibîranîn.
Endamê Tevgera Civaka Demokratîk şehîd Hayik Qertmînî, di 30’ê Tebaxa 2025’an de encama krîza dil de şehîd bûbû.
Ji bo oxirkirina cenazeyê şehîd, xelkê Qamişlo, endmên saziyên sivî , rêxistinên jin û ciwanan li goristana şehîd Delîl Saroxan kom bûn.
Li wir, kesên axivîn tekoşeriya şehîdan bibîrxistin û gotin:
“Bi berxwedan û têkoşîna van şehîdan hemû pêkhateyên li ser vê xakê dijîn bûne yek.
Xwîna Kurd, Ereb, Suryan û Çerkes di çeperên berxwedana parastina welat de bûne yek.”



