Li Swîsreyê Çalakiya Rûniştinê ya bi aramnca azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê lidarxistin, di hefteya 241’an de berdewam dike.
Çalakiya ku ji aliyê Kurdistaniyan û dostên wan her çarşem li ber avahiya NY’î li Cenevreyê pêk tê, bibriyardaeiyek xur dewam dike.
Di vê hefeteyê de, şehîd Têkoşîn Amed, Gulnaz Ege, Welat Amed û Vedat Yilmaz di salvegara şehdata wan de, hatin bibîranîn.
Piştî deqeyek rêzgirtin, Hevserokê Navenda Civaka Kurd Osman Tekîn axivî.
Tekîn berxwedan li Îmraliyê silav kir û got:
“Gelê Kurd xwedî tecrûbeya ku hem aştiyê û hem jî şer pêşwazî bike.
Gelê me li dora paradîgmaya Rêber Apo bi awayekî rêxistinkirî ji aştiyê re amade ye.”
Tekîn got, gel Kurd wê berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û tinekirinê bidomîne.



