Artêşa Îsraîlê êrîşî Başûrê Lubnanê kir û di encama êrîşê de 3’ê jê zarok 5 kes hatin kuştin.
Her wiha du kes jî birîndar bûn, Îsraîlê diyar kir ku ew ê destur nedin Hizbullahê ku xwe ji nû ve saz bike.
Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşa balafira bê mirov a Îsraîlê êrîşî başûrê Libnanê kir, herî kêm 5 kes, di nav de 3 zarok, hatin kuştin û 2 kesên din jî birîndar bûn.
Ajansa fermî ya nûçeyan a Lubnanî da zanîn ku êrîşa duh de motorek hedef hate girtin.
Hêjayî bibîr xistinê ye ku Artêşa Îsraîlê duh ragihandibû, ew ê destûrê nede Hizbullah bi hinceta ji nû ve avakirina malên sivîlan baregeh û tûnela li ser sînor ava bike.
Êrîş rojek piştî wê yekê hat ku hêzên hewayî yên Îsraîlê wesayîtek li herêma Marjayûn a başûrê Lubnanê hedef girt û kesek hatibû kuştin.
Hat îdia kirin ku Îsraîlê di nava du rojan de êrîşî pênc gundên li başûrê Lubnanê kiriye.



