Li bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê di encama nakokiya di navbera 2 birayan de, yek ji wan li ser destê yê din hat kuştin.
Li gorî agahiyan nakokî di navbera 2 birayan Elî El û Ebdullah El Meeyûf derket.
Çavkaniyan da zanîn ku piştî ew her du bira çûn sûka Hedadiyê ya Şedadê nakokî zêdetir bûn, Ebdullah birayê xwe Elî kuşt û piştre ji sûkê reviya.
Her wiha Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe dan cihê bûyerê û dest bi lêpirsînê kirin.



