Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku yekîneyên wan bargeheke leşkerî û navendeke çêkirina moşekan ên Hizbullahê bombebaran kir.
Bombebaran li herêmên Bîqa û bakurê Lubnanê pêk hat.
Artêşa Îsraîlê eşkere kir ku baregeha hatiye bombebarankirin ji bo perwedekirina endamên nû yên li dijî artêşa Îsraîlê êrişan pêk bînin, dihate bikaranîn.
Herî dawî çapemeniya Îsraîlê ragihand ku bombebaran li dijî navendên sînayî yên hêzên Ridwan jî pêk hatiye.



