Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê hewldana ketina hêzên hikumeta veguhêz li rojevayê Siwêdayê têk bir.
Di bersivdayînê, de kuştî û birîndar di nav hêzên hikumeta veguhêz de çêbû.
Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Nîştimanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê bûyer ragihand û got:
“Berbangê îro komek endamên hêzên hikumeta veguhêz hewl dan di rêyeke çandiniyê de ber bi nuqteya hêzên me ya li rojavayê Siwêdayê pêş de werin.
“Di bersivdayînê de kuştî û birîndarî di nav hêzên hikûmetê de çêbû”
Yekîneyên me hewldana komê şopand û tavilê bersiv da.
Di encamê de kuştî û birîndarên komên çêbûn, tu zerar di nava yekîneyên me de çênebûn.”
Fermandariyê diyar kir ku yekîneyên wê ku li hemû eniyan belav in, dê bersiva hemû êrişan bidin.



