Li bajarê Qamişlo, Kobanê û Reqayê merasîmên oxirkirin û sersaxiyê ji bo şehîdan hat lidarxistin, beşdarên merasîmê soza domandina rêya şehîdan û pêk anîna hêviyên wan dan.
Xelkê kantona Firatê jî bi merasîmeke girseyî endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Şêrgo Mistefa oxirkirin.
Şehîd Şêrgo dema erka xwe ya têkoşîna dijî madiyên narkotîkê pêk tanî, di 2’Mijdarê de şehîdbû.
Di heman mersîmê de, gerilyan HPG’ê Hêlîn Kobanê, Aze Rojgirav û Cemşîd Elî Esker hatin bibîranîn.
Kesên di merasîmê de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û gotin:
“Emê têkoşîna wan ya ji bo mayîndekirina aramiya herêmê bi domînin.”



