Li kantona Tebqayê, Hêzên Ewlekariyê li ser xeteriya madeyên hişbirê semîner da.
Di semînerê de, bandorên hişbirê û rêgirtina li ber belavbûna wê hat nîqaşkirin.
Semîner bi pêşengiya endamên têkoşîna dijî madiyên hişbir û rêvberiya dibistanan, hat dayîn .
Semîner li bajrokê Suweydiye û gundê Sehil El-Xeşeb yên Tebqayê hat dayîn .
Di semînerê xeteriyên narkotîkê li tenduristiyê, rewşa pisqilojî û pêşeroja mirovan hat şîrovekirin.
Li gel wê jî rola malbatê û dibistanê di pêşîlêgirtina vê nexweşiyê de, di nava civakê de hat nirxandin.
Li wir, endamên Hêzên Ewlekariyê diyar kirin ku têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê berpirsyariya saziyekê ye.
Bi gotina wî ew berpirsyariya her kesî ye, lewma divê ji bo tevgerên bi guman navendên wan bên agahdar kirin.
Beşdaran pirs û nerînên xwe li ser awayên pêşîlêgirtina belavbûna madeyên hişbir, anîn ziman.
Her wekî dan zanîn ku divê her ciwanek ji aliyê xwe ve, mirovên van madeyan dibin bişopînin.
Di dawiyê de birûşûrên li ser xeteriya hişbirê hat belavkirin.



