Vê hefteyê wê şahiya derçûna xwendekarên Orkestraya Rojava û şevbuhêrkekê bê lidarxistin.
Bername û çalakiyên çand-hunerî li Bakur û Rokjhilatê Sûriyê her hefteyê li cihên cuda pêşkêşî gel tên kirin.
Bernameyên vê hefteyê ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND), Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve tê lidarxistin.
TEV-ÇAND di 16’ê Kanûnê 2025’an de li bajarê Sirinê yê kantona Firatê şevbuhêrkekê li dar dixe.
Wê di şevbuhêrkekê de komên govend û stranan ên ji pêkhateyên Ereb û Kurd beşdar bibin.
Di 12’ê Kanûnê de wê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo şahiya derçûna xwendekarên Orkestraya Rojava bê lidarxistin.



