Rûsyayê şevê din bi dron û fuzeyan êrişên giran bir ser Ûkraynayê.
Serokê Ûkraynayê Zelensky ragihand bi 500 dron û 40 fuzeyan paytext Kîev, deverên enerjiyê û û deverên sivîlan hatine bombebarankirin.
Hat ragihandin Serokê Ûkraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo li ser plana 20 xal ya bidawîkirina şerê Ûkranyayê niqaş bikin, wê roja yekşemê li bajarê Florîda yê Amerîkayê hevdîtinê bikin.
Lê beriya vê hevdîtinê Rûsyayê êrişên xwe yên li ser Ûkraynayê zêde kirine.
Rûsyayê şevê din pêleke nû ya êrişan li dijî Ûkraynayê da destpêkirin. Tevahiya şevê gelek deverên li paytext Kîevê û derdora wê hatin bombebarankirin.
Hat ragihandin ji ber êrişan li Kîevê dengê teqînan hatiye bihîstin. Artêşa Ûkraynayê jî piştrast kir ku Rûsyayê bi fuze û dronan bakur-rojhilat û başûrê welat bombebaran kiriye.
Li gorî rayedarên Ûkraynayê di êrişan de kesek miriye û herî kêm 19 kes jî birîndar bûne.
Serok dewletê Volodimir Zelensky jî derbarê êrişê de daxuyanî da û ragihand Rûsyayê bi nêzî 500 balafirên bê mirov û 40 fuzeyan Kîev, deverên enerjiyê û yên sivîl bombebaran kiriye.
Her wiha diyarkir ji ber êrişê li hin herêman ceyran qut buye û pergala germkirinê têk çuye.
Trump û Zelensky wê roja yekşemê li Florîdayê bicivin
Li aliyê din Trump û Zelensky wê roja yekşemê li bajarê Florîda yê Amerîkayê bicivin û ji bo dawîkirina şer li ser plana 20 xal niqaş bikin.
Serokê Ûkraynayê beriya çuyîna Amerîkayê diyar kir ku ji sedî 90 ya peymana aştiyê amade ye.
Donald Trump jî roja înê ragihand ku derbarê pêşniyazeke aştiyê ya ku wê pêşkêşî Serok Dewletê Rûsyayê Pûtîn bê kirin de, gotina dawiyê ew ê bike.
Her wiha ji bo Zelensky jî got, “Heta ez erê nekim, di destê wî de tiştek tune ye.”



