Artêşa Îsraîlê bê navber êrişî xaka Sûriyê dike, bi taybet li Quneytirayê.
Duh dîsa hêzên Îsraîlê gule berdan devera Til El Ehmer ya Qunetryê.
Şeva borî hêzên Îsraîlê bi çekên giran gule berdan devera Til El Ehmer ya Qunetryê û bombeyên ronahiyê teqandin.
Li gorî nûçegihanên ajansa ANHA’yê, gule berdan bû sedma tirs û fikrên şêniyên herêmê.
Her wekî li herêmê tevegera hêzên Îsraîlê zêde bû.
Derbarê van bûyer û geşedanan de jî, Hikumeta Veguhêz a Sûriyê xwe bêdeng kiriye.



