Komên çete yên ku êrişî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin, ciwanên revandî wekî mertalên zindî bi kar tînin.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Helebê got ku ev sûcekî eşkere û birêxistinkirî ye ku komên Hikûmeta Şamê vê gavê dike.
Hêzên Ewlekariya Hindirîn ên Helebê diyar kir ku Komên Hikûmeta Şamê dorpêç danî ser Şêxmeqsûd û pê re bi dijwarî êriş dike.
Bi gotina Hêzên Ewlekariyê, armanca van koman koçberkirina welatiyan û valakirina taxan e.
Li tenişta vê, ciwanên ku ji neçarî derketin, wekî mertalên zindî bi kar tînin û didin pêş xwe.
Hêzên Ewlekariyê diyar kir ku komên êrişkar temenmezinan jî vedigerîne taxên dorpêçkirî daku zextê bikin.
Hêzên Ewlekariyê got ku ev kiryarên dermirovî ne û dûrî exlaq û qanûnên navneteweyî ne.



