Hêzên Ewelekariya Helebê bi daxuyniyek diyar kir ku tu agirbest li Helebê nehatiye raghandin, lê berovajî wê êriş dewam dikin û ev yek di çarçoveya şerê taybet de tê meşandin.
Hêzên Ewlekariyê ragihand ku tu agirbest li Helebê çênebûye û got:
“Weke tê zanîn êrişên li ser her du taxan ji aliyê raya giştî ve hat şermezarkirin.
Di encama êrişan de, welatî şehîd bûn, gelek birînar û zerarên mezin yên madî çêbûn.
Lewma ji bo rê girtina li ber şermezarkirinanan û veşartina encamên êrişan, idiayên agirbestê hate ragihandin.”
Hêzên Ewlekariyê destnîşan kir ku tevî hemû hewldanên rawestandina êrişan, lê hikûmeta demkî israra kir û wiha got:
“Bê navber komên çete bi hemû çekên giran êrişî her du taxan kirin.
Lê hêzên me bi piştgiriya gelê her du taxan bersivên tund dan êrişan.
Di encamê de, hemû êriş hatin şkenandin û têk birin û çeteyan nikarîbûn gavekî bajêjin”
Hêzên Ewlekariyê da zanîn ku heta niha dronên çeteyan li ser her du taxan digerin, li gel wê jî topbarana bi çekên giran dewam dike.
Hêzên Ewlekariyê got, bi hevkarî û piştgiriya gel heta dawî em ê li ber xwe bidin.



