Saturday 2026/06/20
  • عربي
Ronahi TV
No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
zindî zindî
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BERNAMEYA TAYBET
    • BIN XET
    • BÛYER
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • ÎROJ
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • NUÇEJIN
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • RASTERÊ
    • ROJEVA RONAHI
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • SIBEHA RONAHI
    • TENDERUSTÎ
    • WERZÎŞ
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
No Result
View All Result
Ronahi TV
No Result
View All Result

Kongra Star Cejna Newroz û Remezanê pîroz kir

March 20, 2026
in JIN
A A
Kongra Star 1’ê Gulanê pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

Bi wesîleya Cejna Newroz û Remezanê Kongra Star daxuyaniyekê da û got: “Em hêvî dikin ev Newroz û Cejna Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad jiyan bikin, gel bi hev re di nava aramiyê de jiyan bikin aştî û adalet li welatê me de serwer be.”

Bi munasebeta Cejna Newroz û Remezanê Kongra Star daxuyaniyek nivîskî parve kir, her du cejn li gelê Sûriyeyê pîroz kir.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye:

“Di meha Adara 2026’an de ku Newroz û Cejna Remezanê rastî heman wextî hatiye ji bo me pir watedar e. Em weke rêhevalên jin, cejna Newrozê ya berxwedan û têkoşînê û cejna Remezanê ya aştî û wekheviyê ye, em li Rêber Apo pîroz dikin û bal dikişînin ku rêya ku wî ji bo demokrasî, wekhevî û jiyana azad xêz kiriye berdewam ji bo gelan dibe hêviya jiyanê.

Her wiha em di şexsê şehîdên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê, Binî Zeyd, Dêr Hafir, Dêrazor de tevahî şehîdên Şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêzdarî bi bîr tînin û bi hêza ku me ji wan girtî ve em ê vê Newrozê pîroz bikin û bikin Newroza azadî û serkeftinê da ku em xwedî li armanca doza wan derbikevin. Ew ê weke ronahiyêkê her tim rêya me ronî bikin û her tim wê di nava me de jiyan bikin. 

Her wiha em her du cejnên pîroz li tevahî dîlgirtiyên Şoreşa Rojava teybet jî yên şerê vê dawiyê û malbatên wan ên dilşewat pîroz dikin û em dibêjin ku ‘em êşa we bi hemû şaneyên xwe ve hîs dikin’ Ji bo azadkirina dîlgirtiyan weke rêhevalên wan ên jin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Dîsa em her du cejnan li tevahî gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, gelên Sûriyeyê û gelên Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Her wiha em cejna Remezanê li hemû civaka îslamê; cejna Newrozê jî li gelê Kurdistana Rojava û deverên din ên Kurdistanê teybet pîroz dikin. Em hêvî dikin ku cejna Newrozê û cejna Remezanê, di Sûriyeyê de demeke nû bi xwe re bîne ku jin tê de azad û bi îradeya xwe jiyan dikin, gel bi hev re di nava dilxweşiyê de jiyan dikin û edalet û aşitî di Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de serwer be.

Cejna Remezanê ji bo alema îslamê wateya yêkitî, piştgirîkirina insanan, parvekirin, hûzûra civakê xurtkirin e. Ji cihê derketina xwe Medîne de weke rojên hevparbûyîn, keyfxweşiyê hatiye şekilgirtin ku insan tên cem hev û girêdana xwe ya civakî xurt dikin. Di vê çerçeveyê de cewherê islamê rêzdayîna li hemberê jiyana insanan e, li dijî şiddet û neheqiyê ye. Yanî bi hemû awayên xwe ve li dijî kiryarên çeteyên ku îro li ser vî navî li dijî hemû civakan hovîtiyeke di asta jor de rewa dibîne û pêk tîne ye. Ji ber wê jî pêwîst e gelên di nava Sûriyeyê de teqez van kiryarên dij-mirovî, dij-hemû ol û baweriyan qebûl nekin û nehêlin ku ferasetên fitne û fesadiyê têxin nava gelan û  li ser gelan bandor bibin. Cudawaziya di navbera gelan de tê avakirin, nijadperestî, şovenîzm û li hemberê qutupkirina gelan em bangawazî gelê Sûriyeyê dikin ku em jiyana hevbeş û wekhev mezin bikin. Em neyên lîstokên dewletan an jî hêzên ku desthilatê, pere, sermayeyê çavên wan tarî kiriye, ji qetlîama insanan çêj – zewq digirin, şer û pevçûna di navbera gelan de ji xwe re dikin pêlekanên bilindbûyîna desthilatiya xwe.

Newroz û cejn ku di meha Adarê de têne pîroz kirin,  dihêle ku bawerî û çandên cuda di heman hestên hêvî û nûbûnê de bi hev re bicivin û bi vî rengî sînerjiyeke civakî ya xurt biafirîne. Dema ruhê yekbûn parvekirin û biratiyê yê cejnê bi ruhê azadî û berxwedanê yê Newrozê re têkildar dibe perspektîfeke pêşerojê ya ku her kes tê de cih digire yê aştiyane û hêvîdar derdikeve holê. Meha Adarê ji bo gelê Kurd tije êş û berxwedayîn e. Lê ruxmê hemû êrişan jî gelê Kurd ev meh weke ji nûve welîdînê digire dest û Newrozê weke ronahiyeke hêviyê digire dest.  Ev ronahî tenê tarîtiyê naşewitîne di heman demê de mîzgînaya azadî û vejîna nû jî radigihîne.  

Şoreşa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di 15 salên tecrûbeya şoreşê yê ku li pey xwe hiştî de da nîşandan ku hemû gel û bawerî dikarin bi hev re û bi îradeyeke azad ve jiyan bikin ango Sûriyeke bi vî rengî gengaz e. Lê belê mixabin hîn dewlet, hêz û hawirdorên berjevendîparêz şer û kaosa di navbera gelan de weke amûrekê dîtin û li ser êşên gelan dixwazin desthilatiya xwe qewî bikin. li Rojhilata Navîn şer jî gelek deman bi tewazinên herêmî û kurewî ve li ser hesabên berjevendiyan kûr dibe û ev rewş jî pevçûnan dirêj dike û nahêle ku gel di nava aşitî de jiyan bikin. Li hemberê vê jî bersiva herî mezin îradeya gelan a hevbeş û biryardariya bi hev re jiyankirinê ye. Em weke navê xwe dizanin ku Sûriya azad wê tenê bi hev re jiyankirina gelan ve pêk were û rejîma heyî bi vê zihniyeta xwe a şovenist wê nikaribe di navbera gelan de aramiyê pêk bîne. Wê teqez dîsa ev gel vegere tecrûbeya 15 salan a jiyana hevbeş ku Şoreşa Rojava mîsaleke girîng a îspat kiriye. Em hêvî dikin ev Newroz û Cejna Remezanê, bibe destpêka demeke nû ku jin di Sûriyeyê de azad jiyan bikin, gel bi hev re di nava aramiyê de jiyan bikin aştî û adalet li welatê me de serwer be.”

Previous Post

PJAK’ê Hecî Ehmedî bi bîr anî

Next Post

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî bi peyamekê Cejna Remezanê li Misilmanan pîroz kir

Weşana girêdayî

KRDF: Rojnemevan a Alman Eva Maria hat berdan
JIN

KRDF: Rojnemevan a Alman Eva Maria hat berdan

SOHR: Di zindanên hikûmeta veguhêz de 4 Elewî hatin kuştin
JIN

Zext û binpêkirinên dadgeha rejîma Îranê dewam dike

Bêrîtan Zinar: Qebûlkirina YPJ’ê daxwaza hemû jinan e
JIN

Bêrîtan Zinar: Qebûlkirina YPJ’ê daxwaza hemû jinan e

Ronahi TV

© Hemû maf parastî ye

Girêkan ên wêbsaytê

  • SEREKE
  • NÛÇE
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV

Li me bişopînin

Welcome Back!

Login to your account below

Forgotten Password?

Retrieve your password

Please enter your username or email address to reset your password.

Log In

Add New Playlist

No Result
View All Result
  • SEREKE
  • NÛÇE
    • BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
    • SÛRIYÊ
    • KURDISTAN
    • ROJHILETA NAVÎN
    • HERÊMÊN DAGIRKIRÎ
    • CÎHAN
    • POLÎTÎKA
  • JIN
  • CIVAK Û JIYAN
  • ÇAND Û HÛNER
  • CIWAN
  • BERNAMEYÊN TV
    • SIBEHA RONAHI
    • NÛÇEYÊN BI DÎMEN
    • NUÇEJIN
    • ÎROJ
    • BERNAMEYA TAYBET
    • 20 DEQA CÎHANÎ
    • RASTERÊ
    • CANGORIYÊN AZADIYÊ
    • ABORÎ
    • ASOYA CIWAN
    • BIN XET
    • BÛYER
    • DIBISTANA ROJIYÊ
    • DOKUMENTER
    • EKOLOJÎ
    • FÎXAN
    • GOTAR
    • WERZÎŞ
    • HÊVIYÊN HÛNANDÎ
    • HEVPEYVÎNA HEFTÊ
    • HUNERA DESTAN
    • JI BAKUR
    • JIN AKTÛEL
    • JIN Û ÇAND
    • JÎNDAR
    • KELEYÊN AZADIYÊ
    • KÊLIYÊN VEJÎNÊ
    • PLATFORMA AZAD
    • PORTRE
    • ROJEVA RONAHI
    • JI KANIYA KURDAN
    • LÊGERÎN
    • ŞERÊ GELÊ ŞOREŞGERÎ
    • ŞERVANÊN KEDÊ
    • HEVGIRTINA BAWERIYAN
    • TENDERUSTÎ
  • العربية
  • ZINDÎ

© Hemû maf parastî ye