Artêşa Îsraîlê bi topeke tankê erebeyek li gundewarê Quneytîrayê topbaran kir.
Di encamê de kesek hate kuştin.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê:
Di encamê êrişa Îsraîlê li dijî erebeyekê li gundewarê Quneytîrayê de kesek hat kuştin.
SHOR’ê destnîşan kir ku tu girêdana kesê hatiye kuştin bi çalakiyek leşkerî ve nîn bû:
Di dema erebeya wî li ser rêya giştî ya gundên nêzî sînorê re derbas dibû êriş pêk hat.



