Li Mereşê li dibistanekê dengên guleyan hate bihîstin, polîs û tîmên tenduristiyê hatin sewqkirin. Waliyê Mereşê Mukerrem Unluer da zanîn ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene.
Li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li bajarê Mereşê a Bakurê Kurdistanê dengê guleyan hate bihîstin. Gelek polîs û tîmên tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Hate diyarkirin ku polîsên hêza taybet hatine sewqkirin.
Li gorî dîmenên ji cihê bûyerê hatine parvekirin, birîndarek li ser darbestê bi ambûlansê tê sewqkirin. Waliyê Mereşê ku têkildarî bûyerê axivî, da zanîn ku di bûyerê de kuştî û birîndar hene û derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.



