Li navçeya Rewanduz jina bi navê Şeyda Hejar piştî şewitîna 5 rojan jiyana xwe ji dest da.
Jina bi navê Şeyda Hejar a li navçeya Rewanduzê berî niha bi 5 rojan şewitîbû û ji bo dermankirinê veguhestibûn Hewlrêrê.
Kesek nêzîkî vê jinê ragihand ku Şehda Hejar piştî zewaca çend mehan û şûnde pirsgirêkek civakî jiyaye û berî 5 rojan şewitiye.
Heman kesî got: “Rêjeya şewatê ji sedî 80’ê bûye. Herî dawî li Nexweşxaneya Hewlêrê ji ber giraniya birîna xwe jiyana xwe ji dest daye.”



