Wezareta Tenduristiyê ya Hikumeta Şamê ragihand ku 14 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketin û 5 kes jî baş bûne.
Li gorî daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê li herêmên hikumeta Şamê hejmara kesên bi vîrûsê ketine gihiştiye, 293’an.
Li gorî daxuyaniyê heta 110 kesên ku bi vîrûsê ketibûn baş bûne û 9 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.