Îro li paytexta Misirê Qahîre, Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan, bi daxuyaniyekê komkujiya dewleta Trik û çeteyên wê li dijî sivîlên Til Rifet pêk anîn, şermezar kir.
Rêxsitinê diyar kir ku artêşa Tirk û çeteyên wê yên li herêmên Efrînê û Ezazê bi cih bûne, sivîlên li bajarê Til Rifetê û Şehbayê dikin hedef û got,
“Herî dawî 23’ê vê mehê di encama Topbarana artêşa Tirk û çeteyên wê di nav de du zarok û jinek 4 sivîl hatin kuştin, 8 jî birîndar bûn.”
Di daxuyaniya xwe de Rêxistinê eşkere kir ku di salvegera 3. a êrîşên dewleta Tirk li ser Efrînê de ev komkujî pêk hat û diyar kir ku dewleta Trik ji bo guhertina demografî, sûcên şer li dijî sivîlan pêk tîne.
Rêxistinê bang li NY kir ku derbarê van êrîş û sûcan de lêpirsînê bike û berpirsyaran darizîne.
Rêxistina Erebî ya Mafên Mirovan, di 1983’an de ji bo parastina mafên mirovan hate damezrandin.