DER SPIEGEL: DAIŞ BI HÊSANÎ JI TIRKIYÊ DERBASÎ SÛRÎ BÛNE

Piştî têkçûyîna DAIŞ’ê li ser destê şervanên QSD’ê, pêwendiyên vê rêxistina çeteyan bi hêzên cîhanî re careke din ket rojevê.
Kovara navdar a Alman Der Spiegelê eşkere kir ku Tirkiyê ji bo derbaskirina DAIŞ’iyan welatê herî aram e.

21’ê Adarê fermandariya QSD’ê ragihand ku DAIŞ li ser axa Sûrî hat tinekirin.

Piştî vê serkeftina mezin, awirê cîhanê careke din zîvirîn ser pêwendiyên DAIŞ û hêzên cîhanî.

Bi taybet jî desteka ku dewleta Tirk daye bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê da ku derbasî Sûrî bibin.

Kovara navdar a Alman Der Spiegel li ser mijarê lêkolînek kir.

Li gorî vê, kovarê bi alîkariya hêzên QSD’ê karîbû bi rêya pasportên çeteyan derxe holê bi pêwendiyeke çawa di navbera DAIŞ û dewleta Tirk de heye.

Kovar bi bîr dixe ku bi deh hezaran DAIŞ’î ji nêzî 100 welatên cîhanî di rêya sînorê Tirkiyê re derbasî Sûrî bûne.

Di encama lêlokîna li ser 100 pasportê çeteyan, derket holê ku hemû pêşî hatine Tirkiyê û paşê bi awayekî hêsan derbasî Sûrî bûne.

Kovara Der Spiegel ya karîbû gelek belegeyan bidest bixe dibêje, welatê herî aram ji bo derbasbûna DAIŞ’iyan dewleta Tirk e.

Leave a Reply

Back to top button