HPG: Li Mêrdîn, Avaşîn û Metîna 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin

Li bakur û başûrê Kurdistanê çalakiyên gerîlayên HPG’ê û YJA Starê yên li dijî artêşa Tirk ya dagirker bê navber dewam dikin.
HPG’ê ragihand li herêmên Metîna, Avaşîn û Mêrdînê 5 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û gelek çeperên dagirkeran jî hatin rûxandin.

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li bakur û başûr rojane derbên giran li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG”ê diyar kir 26’ê Hezîranê li dijî qereqola Xirabê Alê a herêma Bagokê a bi ser eyaleta Mêrdînê çalakiyek hate lidarxistin.

Hat diyar kirin di encama vê çalakiya bi sûîqastê de leşkerekî Tirk yê dagirker hate kuştin.

HPG’ê da zanîn di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê li dagirkeran hate xistin û ev agahî parve kir,

“25’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku dixwestin bi bombeyên gazê û teqemeniyan bikevin çeperên şer yên li qada Girê Sor çalakiyek hate lidarxistin. Dagirkerên ku derb xwarin qedemeyekê paşve vekişiyan.

26’ê Hezîranê li dijî dagirkerên ku xwestin careke din bikevin çeperên şer yên li qada Girê Sor çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên Tirk yên dagirker hatin kuştin û yek jî birîndar bû.”

HPG’ê destnîşan kir gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûrê de jî li herêma Metîna li artêşa Tirk ya dagirker xistin û ev agahî parve kir,

“25’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li tengava Girê Azad çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dagirker bi sûîqastê hat kuştin.

Heman rojê hêzên me yên YJA Starê li dijî dagirkerên li Tengava Mîlîtan çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de jî leşkerekî dagirker hat kuştin û çepereke çeka A4 hat rûxandin.”

HPG’ê diyar kir êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî dewam dikin.

Hat diyar kirin 25’ê Hezîranê qadên Girê Şehîd Çiya û Koordînê yên bi ser herêma Metîna, balafirên şer, helîkopter û hawanan hat bombebaran kirin.

Li aliyê din Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên bi navê Nujîn Amed, Berfîn Nûcan, Ronahî Tamara û Avent Feda ku 29’ê Nîsana 2021 li Amedê di encama şerekî bi artêşa Tirk ya dagirker re şehîd bûn, eşkere kir.

HPG’ê ji malbatên gerîlayan û gelê Kurd re sersaxî xwest, soza şopandina rêya wan û pêkanîna armancên wan da.

Back to top button