Rapora Îstixbareta DYA: Kontrola Kabûlê dibe ku bikeve destê Talîbanê

Rapora Îstixbareta DYA ji bo Efxanistanê… Talîban wê di navbera 6-12 mehan de Kabûlê kontrol bike. 2 meh, zêdeyî 35 navçe ketin destê Talîban Vekişînê lewaz bikin. Wê ji Viyetnamê bileztir bikeve.

Efxanistan di nava 20 salên dawiyê de, ji her demê zêdetir bi metirsiya Talîbanê re rûbirû ye.

Bi despêkirina vekişîna hêzên biyanî li welat, li navçeyên bakurê Efxansitanê şerên dijwar rûdidin.

Rojane Talîban navçeyên nû bidest dixe û hikumeta Efxanistanê bi hêza heyî dixwaze herêmên di bin kontrola xwe de biparêze.

Lê rastiya heyî, lewaziya hikumetê ya li pêşberî Talîbanê di şerê li herêmê rûdide de xuya dike.

Rojanameya Wall Street Journal têkildarî mijarê di nûçeya xwe ya spartî kesên berpirsyar yên ser bûyerê xwedî agahî de wiha got:

Piştî vekişîna hêzên DYA bi gihştî ji welat, wê deshilata serokomar Eşref Ganî di navbera 6 heta 2 salan de, hilweşe.

Di rapora îstixbareta DYA de, ji bo vekişîna ji Efxanistanê bi awayekî ewlehî, pêwiste vekişîna leşkeran were lewazkirin.

Rapora Îstixbareta DYA: Wê ji Viyetnamê leztir bikeve!

Hat diyarkirin ku piraniya hêzên Efxanî di berdêla derketina bi ewle ya ji herêmê de çek û alavên xwe li pey xwe dihêlin û baz didin.

Di raporê de, vekişîna DYA ya 1973’an ji Viyetnamê hatiye bibîrxitin û wiha hatiye gotin:

Dema DYA ji Viyetnamê vekişiya, piştî 2 salan Saigon ket destê Viyetnama Bakur.

Hikumeta Efxanistan û paytext Kabûl piştî vekişîna giştî pêk hat wê di navbera 6-12 mehan de bikeve destê Talîbanê.

NY: Ji sedî 50-70 xaka Efxansitnaê di destê Talîbanê de ye

Di nava 2 mehên dawî de, li seranserê welêt jimara navçeyên ketin bin kontrola Talîbanê 35 derbas kir.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji derveyî navendên bajaran, Talîban ji sedî 50 heta 70’ê xaka welêt kontrol dike.

Her wiha li seranserî welat ji 407 navçeyan 130’an kontrol dike.

Şer ji 407 navçeyan li derdora 200 î didome.

Kesên ku bi DYA re kar kirîn ji ji herêmên dikevin bin kontrola Talîbanê baz didin.

Amerîka jî dibêje heta niha wan ji sedî 50 vekişîna ji herêmê qedandiye.

Tirkiye di mayîna li Efxanistanê de israr dike

Niha ji ji vê herêma ku herkes dixwaze di zutirîn demê de jê bireve, Tirkiye di mayîna li herêmê de israr dike.

Çavdêrên siyasî ji dibêjin, armancek sereke ya mayîna Enqerê li Efxanistanê ji bo xweşkirina dilê DYA û Ewropayê ye.

Lê beşek ji çavdêran jî hebûna Tirkiyê weke daxwaza dagirkeriya wê ya li herêmê destnîşan dikin.

Back to top button