DYA û Fransa gihiştin asta xala jêneveger ya li ser peymana nukleerî

DYA û Fransa ragihandin ku dema vegera li peymana nukleerî ya ji bo Îranê hatî veqetandin, berbi dawî ve diçe û careke din Tahran hişyar kirin.

Wezîrê Karên Derve Antony Blinken û hempîşeyê wî yê Fransî peyam dan ku diyar kirin ku peywendiya nebaş ya serdema serokê berê yê DYA Donald Trump pêk hatî bi dawî bûye.

Û niha jî serdemek nû despê kiriye.

Herdu welatan teqez kirin ku ger Îran di danûstandinên li Viyana de tawîzan nede, vegera li Hevpeymana nukleerî ya 2015 di xetereyê de ye.

Antony Blinken diyar kir ku gelek xal hene ku DYA hîna jî nikare bi Îranê re li ser lihev bike.

Blinken got,

Dibe ku em werin wê astê ku vegera li xalên peyamana 2015’an ji bo me pir zehmet be.

Heta niha em ne hatine wê astê, lê di serê min de jî dîrokek nîne.

Lê em di ferqa vê rewşê de ne.

Wezîrê Karên Derve yê DYA ragihand ku di rewşa karanîna zêdekirina santrafujan ji aliyê Îranê ve wê bigihêje xala şkestinê.

Trump di sala 2018’an de ji peymana nukleerî vekişiya û cezayên giran dan ser Îranê.

Wekî encam, Îran ji peymanê derket û lez da bernameya xweya nukleerî.

Back to top button