Serokomarê Efxanistnaê Ganî bi serokê DYA Biden re civiya

Serokê DYA Joe Biden di hevdîtina xwe ya li gel Serokomarê Efxanistanê Eşref Ganî de, teqez kir ku piştgirîya dîplomatîkî, mirovahî û ewlehî wê dewam be.

Di demeke ku DYA tevahî leşkerên xwe ji Efxanistanê vedikişîne de, Biden, Ganî û Serokê Konseya Bilind a Lihevanîna Netewî Ebdulah Ebdulah têkildarî rewşa welat axivîn.

Biden beriya civîna li çapemeniyê girtî, di axaftina kirî de careke din teqezî li ser piştevaniya ji bo alîkariya bi Efxanistnaê re kir.

Piştî civînê Koşka Spî têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivskî weşand.

Koşka Spî ragihand ku wê di warê parastin, pêşxistin, dîplomasî û mirovî de piştavaniya tê kirin were domandin.

Koşka Spî işaret bi zêdebûna pêketiyên vîrûsa Covid-19 ya li Efxanistanê kir û diyar kir ku wê 3 milyon derziyên li dijî vîrûsê bişênin herêmê.

Di daxuyaniya ku peyama piştevaniya ji bo Kabûlê hate dayîn de, tê gotin wê Waşîngton alîkariya madî ya bi qasî 266 milyar dolar jî bişêne herêmê.

Back to top button