17 roj in tu agahî ji 3 nûnerên ku PDK’ê ew revandine nehatiye wergirtin

Ev 17 roj in tu agaheiyek ji her 3 nûnerên PYD’ê û rêvebriya xweser li Hewlêrê ku ji aliyê PDK’ê ve hatine revandin, nehatiye wergirtin. Her wiha rewşa ciwanekî ji Rojava ku ew jî li Hewlêrê hatibû girtin, nayê zanîn

Di 10’ê Hezîranê de nûnerê pêwendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD yê Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê dema diçûn pêşwaziya mêvanên xwe, li balafirgeha Hewlêrê ji aliyê hêzên PDK`ê ve hatibûn revandin.

Heta niha tu agahî ji bo PYD û Rêveberiya Xweser nehatine dayîn.

Di 22’yê Hezîranê de, Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hikûmeta herêmê xwestibû ku rewşa endamên hatine revandin zelal bike.

Li aliyê din 19 roj in rewşa ciwanê bi navê Ciwan Ebdulkerîm ê ji Rojava ku li gel dayîka xwe ya nexweş ji bo dermankirinê diçûn Başûrê Kurdistanê û li Deriyê Sînor ê Fîşxabur hatibû ji aliyê PDK’ê ve hatibû revandin. nayê zanîn.

Back to top button