Xameneyî pêşnûmeya efûkirin û kêmkirina cezayê 5 hezar girtiyan erê kir

Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî pêşnûmeya efukirin yan jî kêmkiirina cezayê 5 hezar girtiyan erê kir.

Li gorî rapora televîzyona dewleta Îranê, Xamenêyî pêşniyara Serokê Dadrêsê Ibrahîm Reîsî ya sivikirin û bexşandina cezayên 5 hezar û 156 girtiyên ku li dadgehên sivîl û leşkerî hatine mehkûm kirin qebûl kir.

Hat diyarkirin biryara efûyê ku hate dayîn, bi boneya salvegera jidayikbûna îmam Riza û Hefteya Darazê ye.

Ev efû kesên di nava saziyên dewlet û kesênji aliyê dadgehên hêzên çekdarî ve hatin cezakirin li xwe digre.

Li gorî xala 110’an a Destûra Bingehîn a Îranê, hêza Xaminêyî heye girtiyan efû bike.

Li ser daxwaza Dadweriya Îranê, Xaminêyî her sal, nemaze di salvegera şoreşê de, di betlane û rojên din ên olî de efûya girtiyan dide.

Back to top button