AKP JI BO STENBOLÊ VEGERÎNE LI PEY DEK Û DOLABAN E

Li ser îtîraza AKP’ê li 10 navçeyên Stenbolê jimartina dengan ji nûve bi dawî bû.
Li 7 navçeyan jî jimartin didome. Li 2 navçeyan jî hêj jimartin dest pê nekiriye.
Hat zanîn ku li gorî rewşa heyî Ekrem Îmamoglu bi ser ferqa 20 hezar deng li pêş e.

Serokê AKP’ê Erdogan yê ku Stenbol weke heskiriya xwe binav dikir, bi ti awayî na xwaze windakirina Stenbolê qebul bike.

Di hilbijartinê de namzetê CHP’ê Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû.

AKP’ê îtîrazî encama hilbijartina li hin navçeyan kir.

Li 10 navçeyan jimartina dengan a ji nûve bi dawî bû.

Li 7 navçeyan jî jimartina ji nû ve didome.

Li 2 navçeyan jî hêj jimartina ji nû ve dest pê nekiriye.

Parlamenterê CHP’ê Ozgur Karabat got;

Li hin navçeyan jimartina ji nû ve bi dawî bûye û li gorî encamên nefermî yên niha Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu bi ser ferqa 20 hezar deng re li pêş e.

Leave a Reply

Back to top button