PDK’ê bi dadgehkirinek veşartî 7 sal caza li rojnamevan Qehreman Şukrî birî

Zextên PDK’ê yên li ser rojnamegeran her diçe zêde dibin.
PDK’ê’ bi dadgehkirinek veşartî 7 sal ceza li Rojnameger Qehreman Şukrî birî.

Birayê Rojnameger Qehreman Şukrî, Zêrevan Şukrî ragihand ku birayê wî li Dihokê li dadgehek veşartî ya PDK’ê bêyî amadebûna parêzer, bi sûcek siyasî 7 salan hatiye cezakirin.

Zêrevan Şukrî got:

“Me duh ji devê xelkê bihîst ku birayê min hatiye cezakirin. Baweriya me bi vê dadgehê nîne. Ti awayê dadperwerî di dadgehkirina wî de nîne.”

Herwiha Berpirsê Rêxistina 17’ê Sibatê ya Mafê Mirovan Rêgez Kemal di kurtedîmenekê de ku li ser hesabê xwe yê facebookê parve kir, ragihand ku gef li Qehreman Şukrî hatiye kirin û hat gotin,

“Hatiye êşkencekirin û hinek nivîs di bin zextan de lêdane îmzekirin.

Heta niha sedema cezakirina Rojnamevan Şukrî nehatiye zelal kirin.”

Rojnamevan Qehreman Şukrî di 27’ê Çileya 2021 de li Dihokê ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû girtin.

Back to top button