PDK’ê bersiva KNK’ê ya hevdîtinê nade

Li başûrê Kurdistanê xebatên li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dewam dikin.
KNK’ê hevdîtinên xwe ji bo aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê didomîne. KNK’ê heya niha du car daxwaza hevdîtinê li PDK’ê kiriye, PDK’ê ti bersiv nedaye.
Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad jî banga bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk ya li Başûrê Kurdistanê kir.
Li aliyê din jî, 28’ê Hezîranê parlamentoya Başûr wê bicive lê dîsa mijara dagirkeriya Tirk di rojevê de nîne.

Çalakî û nerazîbûnên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser başûrê Kurdistanê roj bi roj zêde dibin.

Şandeya KNK’ê ji 22’yê gulanê ve li Başûrê Kurdistanê ji bo yekrêziya nav mala Kurd û pêşxistina helwesteke hevpar li dijî dagirkeriya Tirk, serdana partî, rêxistin, pêkhateyên cûda, kesayet û rewşenbîrên Kurdistanê dike.

Heya niha nêzî 40 hevdîtinên cûda di vê çarçoveyê de li dar xistiye.

Şandeya KNK’ê heya niha du car daxwaza hevdîtinê li rayedarên PDK’ê kiriye, lê ne erênî ne jî neyînî heya niha bersiva şandeyê ne hatiye dayîn.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Mûrad teqez kir ku ew ê heya dawî israr bikin ji bo hevdîtin pêk were û ji bo vê hewldanên wan berdewam dikin.

Dagirkeriya Tirk ne di rojeva Parlamentoya Başûr de ye

Li aliyê din jî Seroka Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bi vexwendnameyekê bang li parlamenteran kir ku di 28’ê hezîranê ji bo civînê li parlamentoyê amade bin.

Tevî ku 36 parlamenter daxwaz ji serokatiya parlamentoya herêmê kirîbû ku ser dagirkeriya Tirkiyê û têkdana jîngeha Kurdistanê bicive, lê di bernameya civîna parlamentoyê de dagirkeriya Tirkiyê nîne.

Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad banga rabûna li dijî dagirkeriyê kir

Duh di bernameya Bûyer ya Ronahî TV de ku mijar derbarê dagirkeriya Tirkiyê û banga yekîtiyê bû Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad axivî û banga rabûna li dijî dagirkeriyê kir.

Hîwa Seyid Selîm: Divê bersiva bangên yekîtiyê bên dayîn

Endamê Bîroya Siyasî ya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan Hêwa Seyid Selîm jî di heman bernameyê de axivî û banga bersivdayîna bangên yekîtiyê kir.

Fikret Igrek: Divê gelê Kurd li ber dagirkeriyê rabe

Hew wiha endamê Koordînasyona Civaka Êzîdî Fikret Igrek jî got ku gelê Kurd hertim li dijî dagirkeran bedel daye û divê li dijî dagirkeriya Tirkiyê bi hev re rabin.

Back to top button