Ciwanan li dijî bikaranîna hişbirê bang li aliyên pêywendiîdar kirin ku bi erka xwe rabin

Desteyên kar û barên civakî û ciwanan yên li Şehbayê bang li rêxistinên pêwendîdar kirin ku projeyên dijî hişbirê bipêşbixin.

26`ê Hezîranê Roja Têkoşîna li dijî Bikaranîn û Bazirganiya Hişbirê ye.

Bi dehan lîstikvanên futbolê li yarîgeha gundê Babenis ê navçeya Fafîn a kantona Şehbayê kom bûn û bi boneya vê rojê daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi dirûşmeya “Madeyên hişbirê dûrketina kesayetê û hedefgirtina civakbûnê ye” dest pê kir.

Di daxuyaniyê de behsa bikaranîna madeyên hişbir hate kirin, û hate gotin ku ji ber bikaranîna heşîşê nifşê nû hildiweşin.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistin û saziyên têkildar hate kirin ku projeyan pêşkêş bikin da ku vê diyardeyê tune bikin.

Back to top button