Qenala Stenbolê..Erdogan û Îmamoglu hatin pêşberî hev

Projeya Qenala Stenbolê ya ku Serokomarê Tirkiyê Erdogan dixwaze xwe pê ji krîza li welat xelas bike, aniye pêşberî serokê Şaredariya Stenbolê Ekrem Îmamoglu aniye pêşberî hev.
Erdogan Qenala Stenbolê wele projeya xelasiya pajerojê û Îmamoglu jî dibêje, ev bingehê parçeyek projeya rêya giştî ye.

Erdogan beşdarî merasîma danîna bingehê Pira Sazlıdere ya Qenala Stenbolê bû û got:

” Em îro ji bo pêşxistina Tirkiyê de rûpeleke nû vedikin.

Erdogan çêkirina Qenala Stenbolê weke gaveke girîng pênase kir û îdia kir ku wê di aliyê bazirganiyê de jî sodê bide.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî dibêje, ev proje ya avêtina rêyek bingehîn ku berê hatiye plankirine.

Partiyên mixalîf HDP, CHP, Partiya IYI, Partiya Refahê û gelek rêxistinên hawîrdor û rêxistinên sivîl, li dijî projeya Qenala Stenbolê ne.

Back to top button