Rêxistina Kongra Star a taxa Zorava ya bajarê Şamê civîna xwe a 6 mehan li dar xist.
Civîna nîvê salê ya rêxistina Kongra Star a taxa Zorava ya Şamê bi dirûşma ”Jina azad, malbata azad, civaka azad û welatê azad” hate lidarxistin.
Bi dehan endamên Kongra Star û Meclisa Jinan a Şamê di civînê de amade bûn.
Di civînê de nûnera Kongra Star a Şamê Berçem Yûsif axivî û got:
Jina birêxistinkirî dikare armancên xwe pêk bîne, ji ber ku hêza xwe ji rihê rêxistin û xebata komînalî werdigire.
Paşê rapora nîvê salê ya kongra Star a Zorava hate xwendin û ji aliyê beşdaran ve hate nirxandin.
Beşdaran ji bo pêşxistina xebata Meclisa Jinan a Şamê û aktîfkirina rola Kongra Star a taxê plansaziyek danîn.
Civîn bi hilbijartina endamên Meclisa Jinan a taxê bi dawî bû.