PYD’ê bi rûspî û şêxeşîrên Ereb ên Hesekê re civînek li dar xist

Şêx û rûspiyên eşîrên ereban ên bajarê Hesekê bang li pêkhateyên herêmê kir ku li dijî hewldanên têkbirina ewlehiya herêmê hevgirtin û yekitiya xwe xurt bikin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi şêx û rûspiyên eşîrên ereb ên Hesekê re civînek li dar xist.

Endama rêveber a PYD’ê Mîdya Mihemed di civînê de axivî û rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê şîrove kir.

Mîdya Mihemed anî ziman ku armanca dewleta Tirk ji êrîşên li ser herêmê berfirehkirina qada dagirkeriyê ye û banga hişyariyê kir da ku planên dagirkeriya Tirk li dijî projeya demokratîk werin têkbirin..

Mîdya di axaftina xwe de tekez kir ku divê rûspiyên eşîran parastina eşîra xwe ji destwerdanên derve û prova-ksyonên hundirîn bikin.

Şêx û rûspiyên eşîran ên ku di civînê de hazir bûn tekezî li ser hevgirtina li hemberî hewldanên derxistina fitneyan kir û banga girêdana bi xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin kir.

Back to top button