TEV-DEM: ROJBÛNA RÊBER OCALAN ROJBÛNA MIROVAHIYÊ YE

Tevger Civaka Demokratîk TEV-DEM bi daxuyaniyekê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir û wiha got:
Rojbûna Rêber Ocalan di kesayeta gelekî û herêmekî de, ji bo mirovahiyê jî tê wateya dayîkbûna mirovahiyê.

TEV-DEM’ê di daxutaniya xwe de wiha got:

Rojbûna Rêber Ocalan di kesayeta gelekî û herêmekî de, ji bo mirovahiyê jî tê wateya dayîkbûna mirovahiyê.

Rojbûna Rêber Ocalan di vê salê de mohra xwe li gelek pêşketinan xist û gihişt wateya xwe ya rast.

Rojbûna Rêber Ocalan ne tenê qedera gelê Kurd, heman demê de dîroka hemû gelên Rojhilata Navîn guhertiye.

Rêber Ocalan li aliyekî nûnertiya mirovê azad, li aliyê din jî nûnertiya xeta jiyana demokratîk e.

Rêber Ocalan îro di şert û mercên tecrîdek herî giran de hemû demê jiyanê ji bo mirovahî û civakbûnê didomîne.

Gel diqîre û dibêje rêya tekane ya bidestxistina azadiyê rakirina tecrîdê ye.

Leave a Reply

Back to top button