Şêniyên Minbicê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel El-Firêc li Goristana Şehîdan spartin axê.
Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel El-Firêc duh di encama topbarana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên li beramberî eniyên Minbicê de şehîd bû.
Bi deha şêniyên Minbicê bi merasîmeke girseyî cenazeyê şehîd Feysel El-Firêc li Goristana Şehîdan spart axê.
Şêniyan cenaze ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber bi Goristana Şehîdan a li başûrê bajar ve çûn.
Li goristanê piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan û Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê
Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina rêya şehîdan dan.
Piştî axaftinan, nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê cenazeyê hevalê xwe yê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan spatin axê.